Haydar Şahin
17 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Xebatên lêgerîna Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê Bayburtê yê AAyê yê ku dema vekirina rêya çivên Derebaşiyê yên li Çiyayê Soxanliyê ya di navbera Bayburt-Trabzonê da teqîb dikin li ser berfê lingê wî şiqitî û ket xwarê dewam dikin.
Di xebatên ji bo dîtina Nîşanci tên meşandin da ketin roja 8an, kîlomêtreyekî ji dewsa bûyerê wê da benda hatibû çêkirin û nika dixebitin ku bendeke îlawe jî çêbikin.
Ekîb dixebitin ku bi bend û golan va texliyeya ava çêm bi lez bikin, ava çêm daxin asta herî kêm û xebatên lêgerînê di doxa çêm da bidomînin.
Di vê çarçoveyê da Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ), Midûriyeta Herêma 22yan a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), Îdareya Taybet a Bajêr û Midûriyeta Herêma 12an a Rêbejayê bi hev ra xebatên xwe didomînin.
Ligel xebatên kêmkirina leza avê tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê ya Fermandariya Cendirmeyên Rîzeyê û xozneberên Fermandariya Esayîşa Taybet li ciyê ku Nîşancî jê da ketibû xebatên xwe didomînin.