03 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
ADANA
Abdulgafur Kiliçê ku li Midûriyeta Herêma Edeneyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) wek nûçegihan dixebitî, li nexweşxaneya ku ji ber pençeşêrê dihat dermankirin, wefat kir.
Kiliçê (35) ku 15 roj berê li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê dest bi dermankirina wî hatibû kirin, ber destê sibehê mir.
Cinazeyê Kiliç îro piştî merasima li Cemiyeta Rojnamevanan a Çukurovayê wê bişînin Mêrdînê.
Cinazeyê Kiliç wê sibê li Şenkoya Midyadê bê veşartin.
Kiliçê ku ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngehê Mêrsînê mezûn bûbû, ji 2011an vir va di AAyê da dixebitî.