Türkan Tosun
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) ji rojnamevanên nû bigre heta nûçegihanên xwedîtecrûbe, ji bo hemû endamên çapemeniyê pirtûkeke destan a bi navê "Nûçegihan-Pirtûka Sereke ya Nûçegihan" amade kir.
Pirtûka ku ji hêla AAyê va hat amadekirin û wê ji îro pê va bê firotin ji bo nûçegihaniya Tirkî bû rêbereke nû.
Saziya Ziman a Tirkiyeyê, SETAyê û pisporên zanîngehan ev pirtûk amade kirin û tê da tecrûbeya nûçegihaniyê ya 100 salî ya AAyê heye.
Pirtûka ku ji şeş beşan pêk tê serenavên wekî "Dîroka Nûçeyê", "Ji Osmaniyê Heta Komarê Nûçegihanî", "Bi Mînakan ve Nivîsandina Nûçeyan", "Di Nûçegihaniyê de Pisporî", "Nûçegihaniya Aştiyê", "Rêbazên Nivîsandina Nûçeyan", "Medyaya Nû", "Hiqûqa Medyayê" di xwe de dihewîne.
Di pirtûkê de şaşiyên ku di nivîsandina nûçeyan de tên kirin, amadekirina nûçeyên bigrafîk, bikaranîna medyaya civakî û rojnamevaniya mobîl, di nûçeyê de birêvebirina krîzê, di qadên polês-adliye, polîtîka, dîplomasî, fînans, vejen, perwerde, tenduristî, çand, huner û magazînê de rojnamevaniya pisporî wekî mijar derbas dibin.
Ji bilî van nûçeyên qezaya trafîkê, şewatê, Rojnameya Fermî, hevpeyvîn, taybet, lêkolîn jî bi mînakan va tên nîşandan.
Pirtûka nûçegihanan li pirtûkfiroşan tê firotin.
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci got di pirtûkê de qala hemû agahiyên ku hewcedariya nûçegihanan pê heye hatiye kirin.
Kazanci got di pirtûkê de ji nûçeyên AAyê hin mînak hatine hilbijartin û ji bo nûçegihanên namzed ew çavkaniyeke baş e.