Tirkiye

Lêpirsîna li ser "rêxistinîbûna eskerî ya mehrem" a FETOyê

Li 25 bajaran lêpirsîna ku navenda wê Bursa ye li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî hat vekirin û ji bo 25ê wan li ser wezîfeyê 49 şikbaran biryara derdestkirinê hat dayîn

Haydar Şahin  | 17.05.2019 - Rojanekırın : 18.05.2019
Lêpirsîna li ser "rêxistinîbûna eskerî ya mehrem" a FETOyê

Bursa

Li 25 bajaran lêpirsîna ku navenda wê Bursa ye li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hat vekirin û di çarçoveya lêpirsînê da ji bo 25ê wan li ser wezîfeyê 49 şikbaran biryara derdestkirinê hat dayîn. Ji bo şikbaran derdest bikin operasyon hat kirin.

Di çarçoveya xebatên deşîfrekirina endamên FETOyê yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da hatine bicîkirin da Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ji bo 25ê wan yên li ser wezîfeyê bi tevahî 49 şikbarên efser û binefser ên hat tesbîtkirin periyodîk bi têlefonên kontor ên li bajêr axivîne biryara derdestkirinê da.

Di kordinasyona midûriyetên şaxên Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Bursayê da li 25 bajaran operasyon birin ser navnîşanên hatibûn tesbîtkirin û operasyon hê dewam dike.

Hat ragihandin ku operasyon li Bursa, Eskîşehir, Şirnex, Îzmir, Stenbol, Qonya, Enqere, Tuncelî, Kocaelî, Samsun, Mûş, Balikesir, Yalova, Meletiye, Zonguldak, Bolu, Aydin, Mêrdîn, Hatay, Mêrsin, Kastamonu, Elezîz, Burdur, Sakarya û Gazîentabê tên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın