Kesên ku 10 xebatkarên DEDAŞê ravandibûn ew serbes berdan. Xebatkarên DEDAŞê dema ku kontrola bikaranîna cêyrana qaçax dikirin ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibûn revandin. Xebatkar, li nêzî navçeya Hazroyê serbest berdan.
Kesên rûpoşkirî li nêzî Donenkayayê mezrêya gundê Gurpinara girêdayî navçeya Sîlvanê, wesayîta xebatkaran dan seknandin û piştî kontrola nasnameyan 10 xebatkarên DEDAŞê revandin. Xebatkar li nêzî navçeya Hazroyê serbest berdan.
Li Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê dê îfadeya 10 xebatkaran bê sitandin.