Tirkiye

Werşeqa ku li Wanê bêhal hat dîtin, tê dermankirin

Nevzat Umut Uzel, Orhan Sağlam  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Werşeqa ku li Wanê bêhal hat dîtin, tê dermankirin Orhan Sağlam

Van

 Werşeqa ku li Gevaşa navçeya Wanê bêhal hat dîtin, li Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzucu Yil Wanê, tê dermankirin.

Welatiyên ku li Taxa Înkoyê werşeqeke bêhal dîtin, agahî dan ekîba Rêveberiya Herêmî ya 14emîn a Parastina Siruşt û Parkên Neteweyî (DKMP).

Ekîbên DKMPê ku digel ekîba Parastina Jîngeh Siruşt û Ajelan a Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê werşeq ji cihê wê hildan û radestî Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzucu Yil Wanê, kirin.

Rêveberê navendê Prof. Dr. Lokman Aslan û ekîba wî dest bi dermankirina werşeqê kirin.

Aslan ji rojnamevanan ra anî ziman ku ew bi pirsgirêkên hemû ajalên li Hewza Gola Wanê ra eleqedar dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.