Ji Şanliurfayê bo Xezeyê 4 tir melzemeyên xurekê hatin şandin
Şanlıurfa
Ji Şanliurfayê ji bo hewcedarên li Xezeyê 4 tir melzemeyên alîkariyê hatin şandin.
Bi serkêşiya Şaxa Şanliurfayê ya Weqfa Alîkariya Însanî, Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) û piştgiriya xêrxwazan melzemeyên alîkariyê hatin berhevkirin, 4 tirên ku melzemeyên alîkariyê ta da bûn bi merasima ku li navçeya Qerekopruyê li Navedan Fuarê hat lidarxistin ber bi Xezeyê va hatin şandin.
Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak di axaftina xwe ya merasimê da spasiya kesên alîkarî û piştgirî dan û dildarên ÎHHyê yên ku berhevkirina alîkariyan organîze kir û got ku wek dewlet û milet her tim li ba mezlûman in.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê Mehmet Kasim Gulpinar jî diyar kir ku hewl didin ku piştgiriyê bidin xebatên alîkariyê yên ku bi serkêşiya ÎHHyê tên kirin.
Behçet Atîlayê Serokê Şaxa Şanliurfayê ya ÎHHyê jî got ku di tiran da qonserve û melzemeyên cureyê veke û bixwe hene û ji ber piştgiriya wan spasiya hemû alîkaran kir.
Piştî diayên ku Miftiyê Bajêr Ramazan Tolan kirin tir ber bi Xezeyê va hatin şandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
