Serokomar Erdogan: "Ked û xwêdana eniyê ewqasî pîroz in ku nabe bi tu îdeolojiyê va werin girêdan"
Ankara
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdodan di axaftina xwe da got, "Ked û xwêdana eniyê ewqasî pîroz û hêjayî rêzgirtinê ne ku nabe bi tu îdeolojî, tu alî, tu klîk yan jî komekê va werin girêdan."
Erdogan li ATO Congresîumê di "Bernameya 50emîn Salvegera Konfederasyona HAK-ÎŞ" da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ked û xwêdana eniyê ewqasî pîroz û hêjayî rêzgirtinê ne ku nabe bi tu îdeolojî, tu alî, tu klîk yan jî komekê va werin girêdan.
Erdogan di axaftina xwe da got "Me bi hev ra dît ku welatê me gava kadroyên jêhatî û berxwedêr şûna hikûmetên temenkurt bigirin, di demeke kurt da dikare çi bi dest bixe."
Serokomar Erdogan bal kişand ser bihabûna jiyanê û wiha axivî, "Em ê teqez pirsgirêka bihabûna jiyanê ya ku ji me hemûyan ra dibe sedema tengasiyê, çareser bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
