Önder Beyter
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 05 Mijdar 2020
Sariqamîşa navçeya Qersê piştî barîna berfê spîçîl bû.
Li Sariqamîşa ku yek ji cîwarên herî bilind ên Tirkiyeyê ye û wekî "welatê şehîdan" tê zanîn, germahiya hewayê heta 2 pileyan berjêrî binê sifirê bû.
Taviya ku nîvê şevê tesîra xwe nîşan da, dem demî vegerand berfê.
Ji ber berfê pîstên Navenda Kaşûnê Cibiltepeyê spîçîl bûn, her wiha serê Çiyayê Allahuekberê ku raqima wê 3 hezar û 180 ye, Çiyayên Soganliyê û daristanên çamên zer bi berfê spîçîl bûn.
Li gundê Handereyê ku raqima wê 3 hezar û 368 e û 15 kîlometre dûrî navenda Sariqamîşa navçeya Qersê ye, stûriya berfê 5 santîmetre hat pîvan. Li gundê ku rûyê erdê bi berfê nixumî, welatiyan dewarên xwe berdan biniya gund.
Şêniyê gund Turku Doga di daxuyaniya xwe ya peyamnêrê AAyê da diyar kir ku êdî serma hatiye û wiha dewam kir, "Serê sibehê gava em rabûn, me dît ku her der spîçîl bûye. Ji duh va dem demî baran dibarî, nîvê şevê pileya germê berjêrî binê sifirê 3 pileyan bû. Êdî hêdî hêdî zivistan tê."
Di vê navberê da daristanên çamên zer û darên gevez û zerbûyî bi barîna berfê va dîmenên newaze yên wekî postkartan derxistin holê.