Tirkiye

Vegera Sûriyeyan a bi dilxweşî ya bo welatê xwe didome

Cebrail Caymaz, Müslüm Etgü  | 23.05.2022 - Rojanekırın : 24.05.2022
Vegera Sûriyeyan a bi dilxweşî ya bo welatê xwe didome

Şanlıurfa

 Vegera bo welatê xwe ya Sûriyeyên ku bi parastina berwext va li Tirkiyeyê dimînin, didome.

Piştî ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê bi herekatên Metalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê va herêm ji terorê paqij kirin û bi kordînasyona AFAD û Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Parêzgehan va binesazî hat xurtkirin, veger ji bo Sûriyeyiyan bêtir cazib bû.

Li herêmê bi xêra fealiyetên asayîkirina jiyanê va şertên îqtisadî yên deverê jî geştir dibin.

Ji roja ku Herekata Mertalê Feratê hat kirin û vir va ji parêzgehên wekî Kilîs, Şanliurfa, Hatay û Gazîentabê hejmara Sûriyeyiyên ku bi dilxweşî vegeriyan welatê xwe ji 502 hezarî derbas bû.

Îro jî komeke din a Sûriyeyiyan ji bo ku vegerên herêmên ewlekariya wan hatiye edilandin, hatin deriyê sînor ê Akçakaleya Şanliurfayê û Oncupinara Kilîsê. Sûriyeyiyên ku miemeleyên xwe yên vegerê kuta kirin, ji deriyê sînor derbas bûn û vegeriyan welatê xwe.

Mihemed Haluf ku ji Kilîsê vegeriya Sûriyeyê, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku 3 sal e ew li Tirkiyeyê ye û di vê maweyê da ew di înşeatan da xebitî.

Haluf got ku ew ê êdî bigihîje malbata xwe û lewma jî ew pir kêfxweş e û wiha dewam kir, "Ez sipasiya gelê Tirk û Recep Tayyip Erdogan dikim. Gelê Tirk em qebûl kirin û bi artêşa xwe jî malên me ewle kirin."

Mihemed Eladîn ê ku xwe fêrî Tirkî kiriye jî got, di maweya ku ew li Tirkiyeyê ma, wî li Bursayê şivantî kir.

Eladîn wiha axivî, "Me alavên xwe sitandin, em ê niha karê dirûna zeviyan bikin. Pey ra jî em ê cotkariyê bikin. Ez ê digel malbata xwe bixebitim. Wir berê ewle nebû, lê niha li cem me eskerên Tirk hene. Lewma niha wir ewle ye."

Hesen Eliyê ku ji Şanliurfayê bi dilê xwe vegeriya welatê xwe jî diyar kir ku ew 4 sal berê ji ber şer hat Tirkiyeyê û wiha dewam kir:

"Di maweya ez li Tirkiyeyê mam, ez ji Tirkan pir razî mam. Niha malbata min û eqrebayên min li Sûriyeyê ne û gazî min kirin. Li wir êdî dibistan û nexweşxane vebûne, êdî mîna berê nîne. Ez jî bi dilê xwe bêyî tu zextî vedigerim welatê xwe."

Ehmed Hesûn jî diyar kir ku ew ji ber şer revîn hatin Tirkiyeyê û wiha got, "Piştî ku em hatin Tirkiyeyê, em xebitîn û me jiyana xwe domand. Di vê maweyê da birayên me yên Tirk pir alîkariya me kirin. Êdî eqrebayên me diyar kirin ku li Sûriyeyê rewş aram e û me jî biryara vegerê da. Em sipasiya herkesî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.