Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Bi hilberandina TURKOVACê em ê bi kêfxweşî aşiya xwe bi hemû mirovahiyê ra parve bikin."
Erdogan bi weşana zindî beşdarî merasima hilberandina aşiya TURKOVACê bû ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Şanliurfayê di laboratuvarekê da hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got TURKOVACa aşiya me ya ku pesendkirinên hewcedar hildaye û hatiye ber emilandinê sembola hewldanên me ye ku em dixwazin gelê xwe ji şewbê biparêzin.
Erdogan diyar kir bi hilberandina TURKOVACê wê bi kêfxweşî aşiya xwe bi hemû mirovahiyê ra parve bikin.
Wezîr Koca diyar kir ku ji bo emilandina acîl TURKOVAC hat pesendkirin
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku TURKOVAC a aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê ji bo emilandina acîl, hat pesendkirin.
Wezîr Koca li Herêma Pîşesazî û Organîzeyê ya Rihayê ji laboratuwarekê di bernameya înformatîk a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bûbû da axivî û got ku ew ji ber dayîna mizgîniya gel li bendê ye gelek kêf xweş e û wiha domand: "Aşiya me ya Turkovacê ya Kovîd-19ê ya înaktîv a xwemalî ji niha bi şûn va bo emilandina acîl hat pesendkirin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Koca got ku wan îro dest bi hilberîna aşiyê kir û wiha domand: "Serokomarê min em îro li Şanliurfayê hatin navendeke hilberîn lê tê kirin. Piştî 50 salan li Tirkiyeyê ji çaviyê me dest pê kir û ji alî zanyarên me yên Tirk va ji sedî 100 aşiyeke xwemalî hat çêkirin. Bi heman awayî piştî 24 salan aşiya me ya xwemalî hat çêkirin. Bi vî awayî em di nav 9 welatên ku aşiya Kovîd-19ê çêkrin yek in. Em niha li tesîsa aşî çêkirinê ne. Niha çêkirin û pakêtkirin heye û em li wê qadê ne. Serokomarê me wekî we got berî sal biqede me pesendkirina bikaranîna acîl û hilberîna aşiyê hel kir. Ev serfirazî bi lîderiya we serfiraziya hemû gelê me ye."
Saziya Derman û Cihazê Tibî ya Tirkiyeyê (TITCK), ragihand ku aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê TURKOVAC ji bo emilandina bilez hat pesendkirin.
Di agahdariya li ser malpera TITCKyê ya der heqê aşiya xwemalî ya înaktîf a Kovîd-19ê TURKOVACê da wiha hat gotin:
"Aşiya ewil a neteweyî ya xwemalî ya înaktîf a Kovîd-19ê TURKOVAC ku bi piştgiriya Serokatiya Enstîtuyên Tenduristiyê yên Tirkiyeyê (TUSEB) di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da hat dahênan, ji bo ku bilez bigihîje gel, di çarçoveya Erêkirina Emilandina Bilez da hat nirxandin.
Di encama nirxanên zanistî da ji hêla Saziya Derman û Cihazê Tibî ya Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê ji bo aşiyê Erêkirina Emilandina Bilez hat dayîn."