Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresîumê beşdarî merasima vekirina komî ya Weqfa Xizmetê ya Ciwanî û Perwerdeya Tirkiyeyê (TURGEV) bû û li vir axivî. Erdogan got ku wargeh li ser xêrê bin, ji bo TURGEV û perwerdehiyê bi xêr be.
Duh li Meletiyê du balafir ketin û pîlot cangorî bûn. Serokwezîr Erdogan got ku Xwedê rihma xwe li pîlotan bike û sersaxî da malbatan û TSKyê.
Erdogan destnîşan kir, vê xizmetê di sala 1996an de bi navê Weqfa Xizmetê ya Ciwanî û Perwerdeya Stenbolê dest xizmetê kir, xizmeta wan a ewil li Kadikoy û Fatîhê avakina wargeha qîzan e, piştî 2008an hejmara wargehên ku vekirin zêde bû. Erdogan daxuyand ku ji 2012an û pê ve wargeh li her derê Tirkiyeyê hatin vekirin û navê weqfê jî guherî bû Weqfa Xizmetê ya Ciwanî û Perwerdeya Tirkiyeyê. Serokomar Erdogan got ku ew yên ku ji sala 1996an û heta niha piştgirî dan TURGEVê pîroz dike û yên ku mirine jî rihma Xwedê li wan be.
Erdogan bi bîr xist ku TURGEV di teşebusa derbeya 17 û 25ê kanûnê de hedefa herî girîng bû û wiha pê de çû:
"Saziyeke ku ew qas xizmetên xêrê dike, gelo çima bû hedef? Divê em vê pirsê bipirsin û bersiva wê hîn bibin. Çima îftira diavêjin vê saziyê ku xizmetên wan asteng bikin? Çima kesên ku piştgiriyê didin vê saziyê bi taybetî tesbît dikin û êrîşî wan dikin? Ev der cihê feqîr û êtîman e, çima dixwazin vî deriyê vê derê dadin? Bi awayekî bê exlaqî çima bi navê gendeliyê vî karî dimeşînin? Bersiv di nav pirsê de veşartî ye. Heke hûn dîqet bikin, TURGEV jî di nav de hemû sazî û projeyên millî kiribûn hedefa xwe. Çi ji Halkbankê xwestin û projeyên gerdûnî yên Tirkiyeyê aciz bûn, wisa jî TURGEVê aciz bûn."
Erdogan diyar kir ku Tirkiye mazûvaniya 2 milyon mirovên ku ji Sûriye û Iraqê hatin dike, ev girîng e û wiha got: "Lê em nikarin li vê binihêrin û bibêjin 'temam'. Em nikarin wijdana xwe tetîl bikin."
Erdogan bal kişand ku Tirkiyeyê 12 sal berê 45 milyon dolar alîkarî dida, ev reqam par derket 4 milyon û nîv dolarî û wiha dewam kir: "Xwezî derfeta me zêdetir hebûya me ev alîkarî bikira 14,5 milyar dolar, 24,5 milyar dolar û zêdetir bibe. Înşallah ew roj wê werin. Em dizanin destê ku dide, ji destê ku hildide evzeltir e."
-"Divê teraziya edaletê cihê xwe bibîne"
Erdogan got "Di rojên dawiyê de şideta li ser jinê me xemgîn dike" û wiha pê de çû:
"Tişta ku anîn serê keça me ya Ozgecanê nayê qebûlkirin. Li ser hev tiştên ecêb anîn serê 3,4,5 keçên me, jinan, ev nayên qebûlkirin. Di vê civakê de tiştên wiha tunebûn. Çawa çêbû ku em ketin vî halî? Di vê mijarê de, bi taybetî jî xebatên hevpar yên weqfên wiha û saziyên civaka sivîl pir girîng in. Ev wehşetek e û divê ev kiryar di demeke kurt de bên darizandin û çiqas cezayê giran hebe bixwin. Gelek tişt tên nîqaşkirin. Di çarçoveya makezagonê de ez wiha dibêjim 'divê edalet cihê xwe bibîne'. Ev yek şert e."