04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu der barê encamên hilbijartinê de wiha got: "Ji yek sedemeke kêmbûna rayên HDPyê ya li herêmê ew e ku, li bajaran tundî çêbû. Tundiya PKKê vê carê zirar da HDPê. Tundiya PKKyê ya her carî kêrî HDPê nehat."
Yapicioglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku encamên hilbijartinê bila li ser xêrê be û divê her kes rêzê nîşanî encaman bide.
Yapicioglu got ku di navbera hilbijartina 7ê hezîranê û 1ê mijdarê de ferq heye û wiha axivî: "AK Partiyê derseke baş derxist û di nav 5 mehan de qasî 4,5 milyon raya xwe zêdekir. Ji hêla din hin partiyan milyonek an jî 2 milyon ray winda kirin. Sedema vê jî ew e ku wan encama hilbijartina 7ê hezîranê baş fêm nekirin."
Yapicioglu behsa rayên HDPyê kir û wiha dewam kir: "Ji yek sedemeke kêmbûna rayên HDPyê ya li herêmê ew e ku, tundî li bajaran çêbû. Tundiya PKKyê vê carê zirar da HDPyê. Tundiya PKKyê ya her carî kêrî HDPyê nehat. Hin ajansên nêzî PKKyê û HDPyê gotin ku 'cihên ku xendek hatine kolandin ray kêm nebûn, gel piştgirî da xwerêvebirinê' lê bi ya min ev nûçe ne rastin. Muxalefeteke hişk û bêfeyde bû sedem ku rayên MHP û HDPyê kêm bibe."
- "Afîşa ku li Diyarbekirê hat daliqandin"
Yapicioglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji hêla muxalefetê ve pirsgirêk heye û wiha axivî: "Partiyeke ku di 7ê hezîranê de ji sedî 13 ray hildabû, di hilbijartineke din de hema hema nikaribe bendavê derbas bike, dikare bibe sedema pirsgirêkên siyasî ên cidî. Ya din jî divê bendava ji sedî 10 bê rakirin."
Yapicioglu behsa afîşa Şaredariya Yenîşehîrê ya ku DBPyê daliqand wiha axivî: "Ji bo ku balê bikşînin bûkên zarok afîşeke ku heqaretê li Hezretî Mihemed dike li kuçeyan daliqandin. Ji yek sedema kêmbûna rayên HDPyê jî ew e ku ew bi nirxên gel re, tiştên pîroz re henekan dikin. Ew karîkatur zêde belav nebû. Heke haya hemû gel ji vê wêneyê hebûya, îxtimalek mezin HDPyê niha di meclisê de nebûya. Hêvî dikim ku ji vê jî dersekî derxin û bi tiştên pîroz ên gel re henekan nekin."
- "Hikûmeteke koalisyonê ne li xêra Tirkiyeyê ye"
Yapicioglu behsa hewldanên koalîsyonê kir û got ku partiyan li hev nekirin û koalîsyon pêk nehat û wiha dewam kir: "Hikûmeteke koalisyonê ne li xêra Tirkiyeyê ye. Partiyek bi tenê bû desthilat û ev jî koalîsyona du an jî sê partiyan baştir e. Jixwe roja piştî hilbijartinê ji hêla aboriyê ve tesîreke baş hat dîtin. Lê barê vê partiya ku bû desthilat giran e û berpirsyariyên wê zêde ye."
Yapicioglu behsa HUDA-PARê kir û wiha axivî: "Ji bo ku li ser herêmê lîstîkên tên lîstin têk biçin em neketin hilbijartinê. Me partiyiyên xwe serbest berdan. Çima ku em beşdarî hilbijartinê nebûn ji me re gotin ku ew 'ji bo AK Partiyê' neketin hilbijartinê. Hin partiyî çûn rayên xwe dan û hin kes jî neçûn. Di nav yên çûyî de dibe ku hin kesan rayên xwe dan AK Partiyê an partiyên din. Yanî ji ber wê ew nûçeyên ku der barê me de tên gotin ne rast in."
- Pêvajoya çareseriyê
Yapicioglu got ku di pêvajoya çareseriyê de HDP tu carê ne muxatab bû û wiha axivî: "HDPyê di navbera Enqere, Qendîl û Îmraliyê de wezîfeya namebiriyê dikir. Pêvajoyeke bi vî awayî nikare bi ser bikeve. Hûn dikarin bi kesên ku di destê wan de çek heye re hevdîtinan bikin û muzakereyan bikin ku ew çekan berdin. Lê dema mesele bi giştî li ser daxwazên gelê kurd û çareserkirina meseleya wan be, hûn nikarin bi tenê rêxistinekî û serokê wê rêxistinê ve biaxivin û van pirsgirêkan çareser bikin. Ya ku divê bê kirin ew e ku, bi rê û metodan nû ve daxwazên meşrû çekberdana PKKyê jî di nav de bê şert û merc pirsgirêk bên çareserkirin.