04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
ANKARA
Hat ragihandin ku kozik, baregeh, cebilxane û stargehên rêxistina terorê yên li Daglica û Avşîn-Basyana herêmên bakurê Iraqê hatin tespîtkirin û ji wan 16 cih bi operasyona hewayî hatin îmhakirin.
Serokatiya Sererkaniyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û ragihand ku bi balafiran şer operasyona hewayî birin ser kozik, baregeh, cebilxane û stargehên rêxistina terorê yên ku li herêma Daglica û Avşîn-Basyana ser bakurê Iraqê ne. Di operasyonan de jî 16 cihên rêxistina terorê di bombebaranê de hatin îmhakirin.
Di vê navberê de di operasyona ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat lidarxistin de jî 4 mensûbên rêxistina terorê mirin. Di lêgerîna ku li herêmê hat kirin de jî tivinga bi makîne ya Bîksiyê, 250 guleyên wê, 3 keleşkof, 2 bombeyên destan û bêtêl û amurên razanê hatin dîtin.
Li Çûkûrcayê jî 2 kesên ku ji rêxistina terorê reviyan teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.