Kenan Irtak
23 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2024
Rêhewaya Tirk (THY) û Rêhewaya Pegasusê ji ber îdiaya Îsraîl amadehiyê dike ku êrîşî Îranê bike, biryar dan û seferên vî welatî heta 1ê Mijdarê dan sekinandin.
Li gor agahiya ku hat hildan, THY û Pegasusa ku berê jî ji ber ewlehiyê seferên Libnanê dabûn sekinandin, bi heman hincetê seferên Îranê jî betal kirin.
Pegasus wê heta 1ê Mijdarê seferên Tehrana paytextê Îranê û seferên bajarên Şîraz û Îsfehanê neke.
THYê jî heta 1ê Mijdarê seferên ku diçin gelek bajarên Îranê, betal kirin.