Anadolu Agency (AA) û Rêhewaya Tirkan (THY) bi peymana ku îmze kirin ve hêzên xwe xistin yek.
Di çarçoveya vê peymanê de nûçeyên AAyê wê ji bo rêwiyan di ekranên balafirên THYyê de bên nîşandan.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk û Serokê Lijneya Rêvebiriya THYyê Hamdî Topçu li Stenbolê di merasimê de peyman îmze kirin.
Kemal Ozturk di merasimê diyar kir ku ji vir 3 sal berê di AAyê de projeya navneteweyîbûnê dane destpêkirin û du saziyên Tirkiyeyê yên pêşîkêş bi projeyekê ve hêzên xwe xistin yek.
Ozturk di axaftina xwe de qala guherînên ku di 3 salan de kirin kir û li ser xebata sîstema ku ji bo THYyê amadekirin jî wiha axivî:
Xeber û wêneyên ku THY di seferên xwe yê navneteweyî de ji bo rêwiyan diweşîne êdî bi deste me yê bên amadekirin. Nûçeyên bi zimanê tirkî û îngilîzî dê bên amadekirin. AAyê nûçeyan amade bike û ji wir bişîne sorverên THYyê. Ji sorverên THYyê jî ew ê nûçeyan bişînin peyke. Nûçeyên ji peyke jî herin bigihîjin balafirê û rêwiyên bixwînin. Wek mayîn jî rêwiyên ku înterneta THYyê bikar tînin dikarin têkevin malpera me û bi 8 zimana ve xeberên me bişopînin.”
Ozturk diyar kir ku li gelek cihên dinyayê nûçeyan bi tene îngilîzî diweşînin lê bele wan kare xwe pêş xistiye û dikarin ku bi 8 zimanan vê xizmetê bidin wan. Ozturk eşkere kir ku li 86 welatan nûnerê wan hene û bi 8 zimanan weşanê dikin.
Kemal Ozturk destnîşan kir wer pilan kirine ku di rojê de 45 nûçeyên bi wêne biweşînin û di pêşerojê de dibe ku nûçeyên dîtbarî û zindî jî bên weşandin û wiha axivî: “Em ê di pêşerojê de nûçeyên dîtbarî û zindî jî pêşniyazî THYyê bikin. Di seferên navneteweyî de leza înternetê zehf girîng e. Ji bo nûçeyên dîtbarî ev girîng û lazim e. Li gor min di balafiran de bikaranîna înternetê projeyeke mezin û girîng e. Ji bo nûçegihanan jî mijareke girîng e, ji bo rêwiyan jî.”
Serokê Lijneya Rêvebiriya THYyê Hamdî Topçu jî di merasimê de axivî û diyar kir ku êdî di ekranên balafirên THYyê de dê nûçeyên AAyê bên nîşandan û wiha got: "Me peymana xwe ya ku bi AAyê re çêkir ve pakêta xizmetê ya ku dida rêwiyên xwe dewlemend kir."