31 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Îlon 2016
ANKARA
Wezîrê YEyê Omer Çelîk: "Tevgera PYDê ya li wir (bakurê Sûriyeyê) ne ji bo destketiyên kurdan e. Tevgera PYDê ya li wir destketiya rexistineke terorê ye. Gotinên ku dibêjin 'di navbera Tirkiye û hêzên kurdan da ku qesta wan PYD ye, lihevkirin û agirbestek heye' rast nînin. Em vê teqez qebûl nakin û hin berdevkên dewletan jî behsa vê dikin. Tirkiye dewleteke desthilatdar û meşrû ye. Bi rêxistineke terorê ra nayê bal hev û nayê gotin ku meriv bibêje bi rêxistinekê ra li hev dike."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelik: "(Daxuyaniyên der barê hewla derbeyê yên Mogheriniya Nûnera Têkiliyên Derva ya YE û Polîtîkayên Ewlehiyê) Berê çeka dane me û ji aliyan ra dibêjin bi îtidal tevbigerin. Bi yên ku hewl didin me bikujin ra tevdigerin û ji me ra dibêjin bi îtidal bin, ev jî nîşan dide ku ew ne li aliyê me ne."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelik: "Komserê Berpirsiyarê Berfirehbûnê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn gotiye ku 'Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vî pereyî heye.' Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vî pereyî tuneye. Mijareke din jî heye, Tirkiye nayê kirîn. Divê Hahn fehm bike ku bi van gotinên xwe destkeftiyên di navbera Tirkiye û YEyê da sabote dike."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Çelik der barê daxuyaniyên Mogherîniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya YEyê da ku ji bo hewla derbeyê got wiha xeberda: "Berê guleya xwe dane me û banga îtidalê li terafan dikin. Dema ku ji bo kesê dixwaze min bikuje banga îtidalê were kirin, ev dijberiya li hember min e."