01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
AGRI
Waliyê Agiriyê Mûsa Işin li Dibistana Navîn a 75. Yilê digel jina xwe raya xwe avêt.
Walî Işin digel jina xwe Tûba Işinê li dibistanê piştî ku raya xwe avêt sandoqa 1002yê, daxuyanî da rojnamegeran.
Işin bal kişand ku heta niha welatî di nava hizûrê de raya xwe davêjin.
Walî Işin got ku li tevahiya bajêr tevdîrên ewlekariyê yên hewce hatine stendin û wiha axivî:
"Tu problemeke asayîşê tuneye. Înşellah dengdayînê sax û silamet kuta be û emê jî sandoqên xwe bibin navendê. Em hêvîdar in ku roja hilbijartinê dê di nava aramiyê de derbas be û îradeya gel jî dê xwe di sandoqê de bide der. Armanca me jî ev e. Tevdîrên hewce hatine wergirtin. Di vê mijarê de kêmasî û astengiyek tuneye."
Işin got ku bira hilbijartin ji bo welat û milet bixêr be û gotinên xwe kuta kir.