01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
HAKKARİ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber nebûna ewlehiyê li pênc dibistanên herêmê sandoqên hilbijartinê nehatin danîn. Hilbijêrên herêmê, li dibistanên cuda yên taxê diçin ser sandoqan.
Li herêmê endamên PKKya rêxistina terorê xendek vedabûn û li ser rêyan barîqat danîbûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar da ku sandoqên ew ê li dibistana destpêkê ya Walî Erdogan Gurbuz, Kûrûkoy û Ataturkê yên li taxa Orman, Yeşîldere, Dîze û Cumhuriyetê bên danîn, bi hinceta nebûna ewlehiyê neqlê dibistanên cuda yên li taxê bike.
Hilbijêrên taxê li dibistanên cuda diçin ser sandoqan.
Hat dîtin ku li derdora dibistanên ku lê hilbijêr diçin ser sandoqan, bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Li Yuksekovaya ku lê dengdayîn di saet 07.00an da dest pê kir, dê 69 hezar û 331 hilbijêr herin ser 223 sandoqan û dengê xwe bidin.
Hin welatiyên serê sibehê zû hatin dibistana dengê xwe didin, bi cil û bergên xwe yên herêmî bal kişandin.