01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li Stenbolê raya xwe da û got ku ew hêvî dike ku ji encamên hilbijartinê aştî û aramî derkeve.
Demirtaş ji bo hilbijartina giştî ya parlementeran raya xwe li Dibistana Navîn a Mevlanayê ya Sultanbeyliyê da.
Demirtaş raya xwe avête sandoqa ku hejmara wê 1114 e û pişt re daxuyanî da rojnamevanan.
Demirtaş got ku ev hilbijartin ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hilbijartineke girîng e û wiha axivî: "Em gişk, hemû Tirkiye zêdetir aştî û aramiyê dixwaze. Ya ku hewcedariya me lê heye ev e. Ez hêvî dikim ku îro ji sandoqan hêviyeke mezin a ji bo aştî û aramiyê derkeve."
Demirtaş got ku ji bo hilbijartinê pêvajoyeke zor û zehmet derbas bû û wiha dewam kir: "Mixabin hin mirovên me mirin. Di serî de ez dixwazim bibêjim ku encamên bixêr ên hilbijartinê ji bo hevalên me yên ku ji bo aştî, azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine û ji bo malbatên wan bibe teseliyek. Îro ji sandoqê çi derdikeve bila derkeve, em bêşik dizanin ku ev encam wê ji bo herkesî bibe encameke ku hêviya pêşerojê. Xwedê car din ji bo me hemûyan xêr bike."
Demirtaş got ku bila her kes îro teqez raya xwe bide û wiha axivî: "Pêşeroja me diyarkirin di destê gel de ye. Ez hêvî dikim ku îradeya sandoqê bi awayekî xurt alîkariyê bike ku demokrasiya me ava bibe. Ji bo me hemûyan li ser xêrê be."
Demirtaş daxuyand ku ew ê li Enqereyê hilbijartinê bişopîne.
Ji hêla din hin partiyiyên ku li ber derê dibistanê kom bûbûn jî eleqe nîşanî Demirtaş dan.
Polêsan li der û dora dibistanê tevdîrên ewlehiyê girtin.