Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Îro şêwrên ji bona pêşerojê hatin kirin ku wê pêşerojê ronî bikin û gavên ku hewce dikin hatin eşkerekirin."
Piştî "Zîrweya Tirkiye-Rûsya-Îranê" Serokomar Recep Tayyîp Erdogan,Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê û Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş lidarxistin.
Serokomar Erdogan balê kişand ser zîrweyê û ji bona zîrweya sêalî wiha got: "Îro şêwrên ji bona pêşerojê hatin kirin ku wê pêşerojê ronî bikin û gavên ku hewce dikin hatin eşkerekirin."
Erdogan destnîşan kir ku divê helwesta dijî rêxistinên terorê yek be û wiha peyivî: "Ji bona parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê divê bi heman awayî li rêxistinên terorê bê nihêrtin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye berpirsyariya xwe bi cî tîne û wiha axivî: "Ji bona herêmên kêmkirina aloziyê wek Tirkiye em hemû berpisyarên xwe bi hesasî bi cî tînin."
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye amade ye ku bi Rûsya û Îranê ra hevkariyê bike û wiha got: "Em amade ne ku ji bona herêma Til Rifetê bo xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî bibe dereke baş bi dostên xwe yên Rûsya û Îranê ra bixebitin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku naxwazin Sûriye bikeve bin zexta rêxistinên terorê û wiha peyivî: "Em destûrê nadin ku pêşeroja Sûriye û herêma me di bin teselluta çend rêxistinên terorê da reş bibe."
Erdogan destnîşan kir ku li Sûriyeyê çerxa terorê tê gerandin û wiha got: "Li Sûriyeyê ji bona herêmên ku dixwazin tevlihevî derkeve pêşiyê rê li ber DEAŞê vedikin û peyra jî bi behaneya têkoşînê YPG/PYD tê bicîkirin û çerxa terorê tê temamkirin."
Serokomar Erdogan bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin çareseriya li Sûriyeyê û wiha got: "Em bangewaziya raya giştî ya navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin hewlên çareseriya pirsgirêkên Sûriyê bi rêya siyasetê."
Erdogan diyar kir zirara herî mezin digihîje xelkê Sûriyeyê û wiha axivî: "Tenê xelkê Sûriyeyê ji qeyran û şerê heyî zirarê dibîne. Kesên ku qezenc dikin jî em baş nas dikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir DEAŞ û PYD/YPG xizmeta heman hişmendiyê dikin û wiha axivî: "Hişmendiyeke ku qebûl neke DEAŞ û PYD/YPG xizmeta heman armancê dikin nikare feydeyê bide aştiyeke mayînde ya li Sûriyeyê."
Erdogan destnîşan kir bi zîrweyê dixwazin li Sûriyeyê aştiyeke mayînde çêbe û wiha peyivî: "Di zîrweya sêalî da hemû daxwaz û hewla me ew e ku demildest Sûriyeyeke ku aştî lê heye bê avakirin û îhyakirin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser soza Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bona penaberan û wiha axivî: "YEyê ji bona 3 milyar ewroyî soz daye, lê hemû neçûye ber destê saziyên eleqedar. Heger neyê jî em ê veberhênanên xwe berdewam bikin."
Erdogan der heqê Zîrweya Sêalî da wiha axivî: "Me ya ewil li Soçiyê kir û ya duyemîn jî li vir. Em ê ya sêyemîn jî li Tehranê bikin."
Serokomar Erdogan der barê yekîtiya axa Sûriyeyê da wiha got: "Tişta ku em dev jê bernadin yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye. Em erênî li emeliyatên li ser erdnîgariyê nanihêrin. Vê herêmê berê jî berdêla vê gelekî daye."
Erdogan destnîşan kir parsêlkirinên li Sûriyeyê nayên qebûlkirin û wiha got: "Parsêlkirinên ku hin kesan li dervayî Sûriyeyê li gor xwe kirine ji bo me nayên qebûlkirin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hemû pêwistiyên penaberên vedigerin bi cî tînin û wiha got: "160 hezar kes vegeriyan qada ku 2 hezar kîlomêtroqere ye û ji Cerablus, Raî û Babê pêk tê. Hemû pêwîstiyên wan bi destê me tên pêkanîn."
Erdogan der barê hevkariya li Efrînê hat kirin da wiha axivî: "Ez vê hevkariya di operasyona Efrînê da di serî da ya bi Federasyona Rûsyayê ra gelekî girîng dibînim. Heman awayî bi Îranê ra jî... Hevalên me yên eleqedar hem di asta wezîran da, hem sererkanên me hem jî rêxistinên me yên îstixbaratê heta ku van xebatên xwe bi awayekî bixîret, di nav piştevaniyê da bidomînin ez bawer dikim ku emê vir bingeha aştiyê ava bikin."
Serokomar Erdogan ji bona rewşa li Sûriyeyê wiha axivî: "Mecbûriyeta me heye ku em encamê bistînin, tehamûla me hember mijûlbûnê tune. Vir mirov dimirin."
Erdogan diyar kir ku tu wextê destûrê nadin ku terorîzm ji Sûriyeyê welatê wan aciz bike.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Astana alternatîfa Cenevreyê nîne û wiha got: "Me tu wextê Astana wekî alternatîfa Cenevreyê dernexist. Me got hev temam dikin."
Erdogan der barê pêşniyaza ji bona Sûriyeyê da wiha got: "Pêşniyazeke min a wiha heye; dibêjim li herêma ewle him li terefê me û him jî li terefê bakurê Sûriyeyê em dest bi çêkirina avahiyan bikin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser operasyonên tên kirin û wiha axivî: "Tirkiye him li nav welêt û him jî li dervayî sînor dijî terorê şer dike. Heta ku ev mesele biqede em ê dewam bikin."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Em dixwazin ku ji bo birîndarên ku ji aliyê Til Ebyadê ango yên ku ji Xûtaya Rojhilatê tên pêngavek bê avêtin, em bi lez û bez, hem Hêzên me yên Çekdar hem hêzên Çekdar ên Ûris piştevaniya hev Nexweşxaneyeke Sehrayê li wir ava bikin da ku midaxaleya ewil a birîndaran bê kirin."