IGDIR
Li Îdirê sorkerxura nexweş ya ku nikare bifire piştî tedawiya wê hat kirin, berdan xwezayê.
Li navçeya Tûzlûcayê li sînorê Nêçîrgeha Dewletê 10 roj berê sorkerxureke nexweş hat dîtin. Tîmên Midûriya Şaxa Karên Avê û Daristanê sorkerxur tedawî kir.
Midûrê Şaxa Karên Avê û Daristanê Mete Turkoglu û Serokê Komeleya Xwezaya Bakûr Çagan Hakki Şekercîoglu, piştî ku tedawiya wê sorkerxur li nêzî sergoya şaredariya Tûzlûcayê ya ku herêma jiyana kovî ye, berdan xwezayê.
Midûrê Şaxa Karên Avê û Daristanê Turkoglu daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku bi taybetî li bajêr li sergoya Tûzlûcayê her dem rastî sorkerxuran tên.
Turkoglu diyar kir ku ev cure ajalên goştxwer di gelek cihên herêmê nayên dîtin û wiha axivî: "Ev li hin cihên diyarde digerin. Ev sorkerxur ji bo nêçîrê hatiye nêzî sînorê Nêçîrgeha Dewletê ya navçeya Tûzlûcayê û li wir westiyaye û nexweş ketiye. Piştî tetkîkên beytar tedawiya wê hat kirin û baş bû. Sorkerxur dirindyeke gelekî taybet e, ji ber vê yekê li hin cihên diyar digere. Li cihên ku dûrî mirovan e dijîn. Ev sorkerxur zehfî caran xwrina xwe li sergoyan peyda dikin. Ji ber vê yekê me jî li cihekî nêzî sergoyê berda çolê."
Turkoglu got ku divê welatî li van ajalan xwedî derkevin.