Şener Toktaş
19 Nîsan 2024•Rojanekirin: 24 Nîsan 2024
Li Hîzan û Tetwana navçeyên Bedlîsê welatiyan bi biharê ra pez û dewarên xwe berdan çolê.
Li Bedlîsa ku zivistana wê çetin e, piştî berf heliya tebîet şên bû û welatiyan bi biharê ra pez û dewarên xwe berdan çolê.
Li Hîzanê Sabrî Aytarê ku li Deşta Xeydayê pezê xwe diçêrand daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi biharê ra heywanên xwe berdidin çolê û li derva diçêrînin.
Sabrî Aytar destnîşan kir ku havînê jî gava Deşta Xeydayê germ dibe heywanên xwe dibin zozanan.