DIYARBAKIR
Diyarbekir nava rojê di bin tariyê de ma. Ji ber ewrê tozê nêzî 15 deqîqeyan hewa tarî bû, lembayên kuçeyan pêketin û dîmenên ecêp derketin holê.
Wesaîtên ku diçûn jî lembayên xwe pêxistin lê ji nişka ve baran barî û ev rewşa ecêb a li Diyarbakirê jî ji holê winda bû.
Midûrê Herêma 15emîn a Meteorolojiyê Abîdîn Aydin daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku ewrên tozê li Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnakê car caran derdikevin û wiha dewam kir: "Tozên ji çolên Afrîqaya Bakûr bi ewr û bayê ve hetanî van deran tên. Ji ber ewrê tozê dibe ku hewa ji nişka ve tarî bibe. Şilî çêbû û baran barî bi vê sayê jî hewa ronî bû."
Aydin bal kişand ser rewşa hewayê û niştecihên herêmê hişyar kir û got: "Sibê bi taybetî dibe ku li rojhilatê Diyarbekirê, Şirnak, Batman, Sêrt û herêmên derdora wan şilî hebe. Bila haya welatiyan ji vê yekê hebe û bi tewdîr bin."
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku ji ber baranê li hin deran kargeh û mal di bin avê de mane.