Tirkiye

Sibe destpêka sêmehên pîroz e

Fırat Taşdemir  | 20.12.2025 - Rojanekırın : 20.12.2025
Sibe destpêka sêmehên pîroz e

Ankara

 Sêmehên pîroz ên ku ji Receb, Şaban û Remezanê pêk tên û gelek şevên taybet di wan da hene, sibê dest pê dikin.

Sêmehên pîroz ku vê salê di 1ê Çileya Paşîn da dest pê kiribû, li gorî salnameya heyvî ya Îslamî sibê cara duyemîn dest pê dikin.

Sêmehên pîroz ên ku ji bo Misilmanan derfetekê didin ku di nav hestên dînî yên xurt û îbadetê da li ser jiyana xwe ya rojane bifikirin, nû bikin û dewlemend bikin, şevên pîroz ên wekî Rexaîb, Mîrac, Berat û Şeva Qedrê dihewînin.

Li gorî agahiyên li ser malpera Beşa Hesabkirina Dema Nimêjê ya Rêveberiya Karûbarên Diyanetê, "vakithesaplama.diyanet.gov.tr", destpêka sêmehên pîroz wate meha Recebê sibê ye. Şeva Rexaîbê dê êvara roja Pêncşemê, 25ê Çileya Pêşîn Pêşîn were îdrakkirin.

Şeva Mîracê ku li gorî baweriya Misilmanan Mihemed Pêxember wê şevê çûye hizûra Xwedê dikeve 15ê Çileya Paşîn da, Şeva Beratê ya ku wekî "mizgînvanê Remezanê" tê zanîn, ewê di 2yê Sibatê da, piştî wê ewê meha Remezanê ya ku ji hêla Misilmanan va wekî "padîşahê yanzdeh mehan" tê binavkirin, dê di 19ê Sibatê da dest pê bike.

Şeva Qedrê, ku di Quranê da wekî "ji hezar mehan bixêrtir" tê binavkirin, dê di 16ê Adarê da, şeva 27emîn a Remezanê da were îdrakkirin û Misilman dê di 20ê Adarê da pêşwaziya Cejna Remezanê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın