Tirkiye

Şeva Qedrê bi duayan hat îdrakkirin

Faruk Küçük, Abdullah Söylemez, Sidar Can Eren, Cüneyt Çelik  | 27.03.2025 - Rojanekırın : 28.03.2025
Şeva Qedrê bi duayan hat îdrakkirin

Erzurum

 Şeva Qedrê ku li gor qebûla giştî di şeva 27emîn a meha Remezanê da ye û li gor ragihandina Qur'ana Pîroz "ji hezar mehan xêrtir e", hat îdrakkirin.

Bi wesîleya Şeva Qedrê welatî li mizgeftan civiyan.

Li Stenbolê Mizgefta Mezin a Ayasofyayê, mizgeftên Sultanehmed, Suleymaniye, Fatih, Çamlicaya Mezin û Taksîm di serî da welatiyan hemû mizgeftên tevahiya bajêr tijî kirin û nimêja xwe bi cimaetî kirin.

Hin welatiyan fitara xwe li Meydana Sultanehmedê ser çîm û bankan vekir. Hin saziyên civaka sivîl li malbatan xwarin bela kir.

Li loqanteyên derdorê jî seba fitarê dorên dirêj çêbûn.

Piştî vekirina fitarê gelek welatî bi malbatên xwe ra hatin mizgeftan. Piştî nimêja eşayê, nimêja terewîhan hat kirin.

Ji ber qerebalixiya zêde li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê û li Mizgefta Sultanehmedê cih nema û welatiyan Meydana Sultanehmedê tijî kir.

Welatiyan guh da xwendina Qur'ana Pîroz û dia kir.

Şeva Qedrê li mizgeftên çar aliyê welêt jî hat îdrakkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın