2016 ж. 04 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 04 мамыр
ŞANLIURFA
Miftîtiya Sêwregê ji bo Şeva Mîracê bernameyek çêkir.
Bernameya ku li Mizgefta Evdilqadir Geylanî hat kirin bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Di bernameyê da beytên bi kurmancî û zazakî hatin gotin. Li mizgeftê ji ber ku elqeyeke mezin hebû welatiyan xalîçe li hewşa mizgeftê raxistin û bername teqîb kirin. Bername bi diayan bi dawî bû.
Huseyîn Nurbiyeyê mamosteyê teqawidbûyî ku beşdarî bernameyê bû sipasiya Miftîtiya Sêwregê kir û wiha xeberda: "Heyat û zeman bi lez û bez derbas dibe û bernameyên wiha dibin wesîle ku em li ser heyata xwe bifkirin. Qendîl û sê mehên ku em tê da ne ji bo vê firsend in. Heger em vê bikin em ê Mîracê bijîn û fehm bikin."