Îşler personelê Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (THEE) Mehmet Kiliçê ku li Ukraynayê piştî desteserkirina 32 rojan serbest hat berdan, li meqama xwe qebûl kir. Piştî hevdîtinê rojnamegerekî daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ya, "Serokwezîr Erdogan nikare bibe namzedê serokomariyê" bi bîr xist û Îşler jî der barê vê daxuyaniyê de diyar kir ku tu tengasî nîne.
Îşler destnîşan kir serokomarê ku gel hilbijêre li Serokwezîr Erdogan tê û di 10ê tebaxê de Kiliçdaroglu jî dê vê bibîne û wiha domand: "Ji ber namzediya serokomariyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê ji peywira îstifa neke."
Îşler herî dawîn got ku encamên hilbijartina 30ê adarê di rastiyê de nîşaneya fîşenga serokomariyê ne jî.