Orhan Onur Gemici
24 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2024
Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê ji bo serdana fermî were Tirkiyeyê.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyand ku di vê serdanê da Civîna Lijneya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Îranê ya 8emîn wê di bin serokatiya Serokomar Erdogan û Reîsî li Enqereyê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin hemû têkiliyên Tirkiye û Îranê wê di vê hevdîtinê da bêne nirxandin û ji bo ku hevkariya dualî kûrtir bibe û pêş va biçe kîjan gav hewce dikin jî wê bên axaftin.
Hat gotin ji bilî têkiliyên dualî mijarên rojane yên herêmî û cîhanî, bi taybetî jî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û axa Filistînê ya dagirkirî jî wê bên gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin her wiha gelek belgeyên ji bo xurtkirina têkiliyan jî wê bên îmzekirin.