Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İdris Karaoğul,Günay Nuh,Hüseyin Yıldız,Bülent Mavzer,Muhammet Mutaf
24 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Erdexan û Qersê barîna berfê bi navber dewam dike.
Li Erziromê berfa ku 2 roj berê dest pê kiribû bi navber dewam kir.
Li bajêr ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 5 pile hat pîvan, ekîbên şaredariyê xebatên maliştina berfê û xwêreşandinê kirin.
- Qers
Li Qersê ev 3 roj in berf dibare û vê rewşê bandoreke neyênî li jiyana rojane kir.
Welatiyan ji ber berf û cemeda li ser peyarê û rêyan zehmetî kişand.
Li navçeya Sariqamîşê piştî ketina berfê hewa sar e. Li ser banê avahiyan û li ser hinek daran şembelîlk çêbûn.
- Agirî
Li Agiriyê jî berfa zêde bi bandor bû.
Li bajêr bi berfa ku bi şev dest pê kir û serê sibê dewam kir dîsa kuçe û kolanên bajêr spî bûn.
Li bajêr bahozê bandoreke neyênî li ser rêbejan kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf û hewaya sar bi bandor bû.
Navenda bajêr ji ber barîna berfê spî bû.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 9 pile hat pîvandin qeşa çêbû.
- Îdir
Ji ber berfa ku li Îdirê bi bandor bû li navçe û navenda bajêr berf barî.
Piştî berfa ku bi danê şev jî dewam kir, bajar bi tevahî spî bû.
Ekîbên şaredariyê û esnafan berfa li kuçe û kolanan paqij kir.