23 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Bila dê û bavên we tu caran nebêjin "of", vê gotinê bi wan nedin gotin. Mamosteyên we jî wesîleya îftixara we ne ku hûn ji ber wan gihîştine vê rojê, çavkaniya we ya ilm û feyzê ne. Ez wek kesekî qîmeta mamosteyên me yên ku sedema hebûna me ne baş dizane her tim dibêjim. Hûnê destê sê kesan maç bikin, yên bav, dê û mamosteyan, hûnê ji bilî van destê tu kesan maçî nekin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û ya Serweriya Neteweyî Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz û zarokên bi wî re li salona MGKyê ya Kulliyeya Serokomariyê qebûl kirin.

Erdogan xêr hatin da zarokan, destê wan yek bi yek girt û pişt ra qoltixa xwe da Yîgît Turkê (10) ku xwendekarê pola 4emîn a Dibistana Mehmet Akîfê ye.
Yîgît Turk ewil spasiya Serokomar Erdogan kir ku wî mazuvaniya zarokan kiriye û wiha axivî: "Em wek zarokên îro, lê mamoste, doxtor, serokomar, hunermend, xwedî pîşeyên cuda yên din ên dahatûyê, ya herî giring jî ewladên aşiqê welatê xwe, yên ji bo welatê xwe dilê wan yek e, em dizanin berpirsyariya me çi ye."
Turk bangî hemû zarokên dinyayê kir û wiha got: "Li ser navê hemû zarokên dinyayê ez dibêjim bila dahatûyeke ku bi aştî, bextewarî û aramiyê ve tije ye bibe para me û cejna me pîroz be. Ji bilî vê bila qendîla me jî bimbarek be."
- "Hûn dahatûya me ne"
Serokomar Erdogan jî wiha got: "Ez jî li hizûra we ji Birêz Serokomarê me re li ser şexsê xwe û li ser navê gelê me sipasiyên xwe yên ji dil pêşkeş dikim. Zarokên me yên li vir di serî de ez têmê çavê hemû zarokan. Hûn dahatûya me ne, hûn temînata me ne."
Erdogan ji ber axaftina wî pesnê Yîgît Turk da û wiha axivî: "Ez bi Serokomarê me re serbilind im, helbet bi hevalên wî re jî serbilind im. Divê ew bizanibin ku komar ya me ye, ev welat a me ye û emê bi hev re xwedî lê derkevin."
Serokomar Erdogan bona hemû zarokan di dersan da hêviya serkeftinê xwest û wiha xeberda: "Bila tu demî dê û bavê we ji we ra nebêjin 'of' vê yekê bi wan nedin gotin. Bi heman awayî mamosteyên we jî wesîleya serbilindî û çavkaniya ilm û feyza we ye. Hûnê vê yekê baş bizanibin. Ez timî dibêjim ku hûnê destê sê kesan maç bikin, dê, bav û mamoste. Ne destê kesekî din."
Erdogan piştî van gotinan berê xwe da mamosteyê amade û wiha pirs kir, "Mamosteyê min, gelo min rast got?" û wiha pê da çû:
"Ez dîsa bi hestê ku em di gelek 23yê Nîsanan da bên cem hev cejnê li we pîroz dikim. Li vir li mala gel li Kuliyeya Serokomariyê mazûvankirina we ji bo min kêfxweşî ye û herwiha ev der di 15ê Tîrmehê da di bin bombeyan da ma, li vê derûdorê 29 şehîdên me, 36 xaziyên me hene. Ji ber hindê ev der di heman demê da kuliyeyeke xazî ye. Anku ez we pîroz dikim, ji we, xwîşk û birayên me, malbata we ra şadiyê dixwazim. Ez we emanetî Xwedê dikim, brêz Serokomarê min ez spas dikim."

- Pirs
Piştî bidawîbûna axaftina Serokomar Erdogan, mensûbên çapemeniyê der heqê rojevê da pirs raberî serokomarê temsîlî Turk kirin.
Li ser pirsa, "Gelo pergala hikûmeta serokomariyê wê ji zarokan ra çi bîne?" Turk wiha bersiv da:
"Zarok şûna ku derkevin baxçeyê bilizîn û şûna ku bi dê û bavê xwe ra wext derbas bikin, heger biçin ser komputerê ev yek helbet şaş e. Şûna vê yekê dikarin derkevin derva, bi hevalên xwe ra bilîzin û herwiha bi dê, nav û eqrebayên xwe ra sosyal bibin."
Turk da bibîrxistin ku pergala nû wê di 2019an da bikeve rewacê û wiha got, "Wekî pergaleke baştir wê tiştekî çêtir bîne."