23 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
MARDÎN
Hat ragihandin ku li çoltera Kiziltepeya navçeya Mêrdînê gelek çek, muhîmat û alavên sereke yên jiyanê yên rêxistina terorê PKKyê hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê, Şaxa Îstixbaratê û herwiha Şaxa Tevgera Taybet ên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li çoltera taxa Uzunkayayê operasyon li dar xistin.

Di operasyonê da ji hundirê warîlekî di qefa zinaran da 5 çekên lûledirêj, 4 fîşengên sewqê yên roketavêjê û muhîmatê wê, 4 bombeyên destan, 3 kîlogram teqemeniya amonyûm nîtrat û alavên sereke yên jiyanê hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku operasyon berdewam e.