Serokomar Erdogan têlefonî Murat Gulê kurê gundparêzê ku hat kuştin kir û serxweşî dayê.
Li gor agahiyên ku ji Serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan îro têlefonî Murat Gulê kurê gundparêzê ku hat kuştin kir.
Erdogan ji kurê wî ra got ji ber vê xebera nexweş ew gelekî xemgîn bûye û got Xwedê rehma xwe lê bike. Erdogan ji malbat û eqrebeyên wî re jî sebir xwest.
Gundparêz Abdulbarî Gul ê roja duşemê li Ercîşa navçeya Wanê rastî êrîşa çekdarî hatibû û cangorî bûbû.