Türkan Tosun
23 Adar 2020•Rojanekirin: 24 Adar 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kir û ji ber wefata xwîşka wî Fikriye Dalgiçê sersaxî dayê.
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand Serokomar Erdogan telefonê Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu kir û ji ber wefata xwîşka wî sersaxî dayê.
Altun di peyama xwe da wiha got: "Birêz Serokomarê me telefonê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kir û ji ber wefata xwîşka wî Fikriye Dalgiçê sersaxî dayê. Birêz Serokomarê me ji merhumeyê ra rehmet xwest û sersaxî da malbata wê."