Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê raya xwe da.
Serokomar Erdogan tevlî xanima xwe Emîne Erdogan bi armanca raya xwe bidin ji mala xwe ya li Kisikliya ser Uskudarê ye derketin û di saet 11.40î da hatin Dibistana Navîn a Saffet Çebî.
Welatiyên li baxçeyê dibistanê dirûşme berz kirin û Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen û Serokê Bajarê Stenbolê yê AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe û rayedarên din malbata Erdogan pêşwazî kirin.
Serokomar Erdogan û xanima wî li pêş dibistana ku sandoqa bi nimreya "3279" lê ye ketin dorê. Erdogan û wezîfedarên sandoqê bi destê hev girtin û paşê ji bo kontrolkirinê nasnameya xwe û xanima xwe teslîmî wezîfedaran kir.
Erdogan û xanima wî derbasî qebînê bûn, raya xwe dan û zerfên xwe avêtin sandoqê, mohr teslîm kirin. Piştî ku îmzeyên xwe jî avêtin ji polê derketin.
Serokomar Erdogan hilbijartin nirxand
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Heger hemû hilbijêr bêyî fikar heya saet 17.00an rayên xwe bidin ev ji bo nîşandana hêza demokrasiya Tirkan pir girîng e."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tevlî xanima xwe Emîne Erdogan ji bo Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê raya xwe bidin ji mala xwe ya li Kisikliyê ya ser Uskudarê ye derbasî Dibistana Navîn a Saffet Çebî bûn û raya xwe avêtin sandoqa bi nimreya 3279an.
Serokomar Erdogan piştî ku raya xwe da daxuyanî da endamên çapemeniyê û got: "Piştî ku me raya xwe da ya herî girîng a divê bê gotin ev e. Ji bo demokrasiya Tirk înşeallah ji serê sibehê da ez dişopînim. Li gor agahiyên ku min ji Wezîrê Karên Navxweyî yê xwe jî hilda heta niha tu pirsgirêk çênebûye û pêvajoyê dewam kir û didome."
- Erdogan li Stenbolê wê encamên hilbijartinê bişopîne
"Li herêma erdhejê jî welatiyên me bi şewq û eşqeke mezin rayên xwe didin. Li wê derê jî heya niha tu pirsgirêk derneketiye. Ez hêvî dikim ku gava êvarê ray hatin jimartin, piştî jimartinê Xwedê ji bo dewlet, gel û demokrasiya me ya bi xêr nîşan bide. Heger hemû hilbijêr bêyî fikar heya saet 17.00an rayên xwe bidin ev ji bo nîşandana hêza demokrasiya Tirkan pir girîng e."
Erdogan ji ji endamên lijneya sandoqê bigire heya serokê sandoqê ji bo her kesî sekeftin xwest û got ku encamên hilbijartinê wê ji Stenbolê bişopîne.
- Serokomar Erdogan bi welatiyan ra sohbet kir
Erdogan gava derket silav da welatiyên li hewşa dibistanê û piştî ku demekê bi wan ra sohbet kir li wesaîta xwe siwar bû.
Endamên çapemeniya biyanî jî di dema raydayînê da eleqeyeke mezin nîşanî Erdogan dan.