Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Uskudara navçeya Stenbolê çû ser sandiqê û raya xwe avêt.
Erdogan digel xanima xwe Emîne û qîza xwe Sumeyye Erdogan, di saet 14.10an de hat dibistana Seretayî ya Saffet Çebî.
Welatiyên ku li baxçê dibistanê kom bibûn ji bo Serokomar Erdogan çepik lêxistin. Erdogan digel xanim û qîza xwe çû ser sandiqa bi nimreya "3266"an, pasaporta xwe ji bo kontrolê da wezîfedarên sandiqê û piştî kontrolê li vir raya xwe avêt.
Erdogan piştî ku dengê xwe da, destê wezîfedarê sandiqê girt û bi hinan re jî wêne kişandin.
Serokomar Erdogan dema ku zerfa rayê avêt sandiqê got ser xêrê be. Piştî ku Erdogan ji dibistanê derket, welatiyan dîsa alaqe nîşanî wî da.
Bîlal Erdoganê kurê Serokomar Erdogan jî serê sibê li heman dibistanê raya xwe avêtibû.
Erdogan got ku Trikiye di pêvajoyekê awarte re derbas bû û wiha axivî: "Bi rastî hemû partiyên siyasî di maratonereke dijwar re derbas bûn. Ev heyam ji bo Tirkiyeyê jî awarte bû."
Erdogan wiha axivî: "Ez sipasiya gelê me dikim. Hêvî dikim ku ev heyam bi xêr û xweşî dawî bibe. Ev ji bo îstîqrara demokrasiyê jî pir girîng e. Ez sipasiya van havelên xwe yên ser sandiqan wezîfedarin dikim. Em hemû bi hev re ber bi rojên ronî ve herin."
Erdogan got ku dê encamên hilbijartinê li Stenbolê teqîb bike.