Sefa Mutlu
06 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got em gavên wisa diavêjin ku ji cotkaran bigire heya hilberîneran, em ê hemû pergalê pêşva bibin.
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Hevdîtina Ekosîstema Çandiniyê ya Bankeya Ziraetê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ji cotkaran bigire heya hilberîneran, gavên wisa diavêjin ku hemû pergalê pêşva bibin.
Erdogan di axaftina xwe da got mizgîniya me ya ewil ew e ku em ê pêşiyê Krediya Alîkariyê ya Cotkaran bidin destpêkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir di Krediya Alîkariyê ya Cotkaran da serê cotkarekî wê heya 250 hezar lireyî kredî bê dayîn û rêjeya faîza salane ji sedî 9,75 û dema krediyê jî wê heya 36 mehan be.
Erdogan destnîşan kir mizgîniya duyem jî Krediya KOBÎyê ya Çandiniyê ye û wiha got, "Lîmîta herî bilind ya krediyê 15 milyon lire ye û ji bilî qismê ku dewlet dide wê rêjeya faîza salane ji sedî 4,75 be."
Serokomar Erdogan destnîşan kir di Krediya Transfera Deyn ya Çandiniyê da lîmîta herî bilind wê 5 milyon lire û rêjeya faîzê ya krediyê ji sedî 9,75 û dema krediyê jî 60 meh be.
Erdogan diyar kir dema krediyên veberhênanê wê heya 10 salan û ya krediyên dezgehan jî heya 24 mehan be.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got got ez ji Midûrê Giştî yê Bankeya Ziraetê ra dibêjim ku em lîmîta krediya ji bo cotkarên ciwan û jin ji 500 hezar lireyî derxin milyonek lireyî.
Erdogan di berdewamiyê da got înşellah em ê guherînê bikin ku bankeyên Ziraetê bi maliyetên biçûk alîkariya fînansmanê bidin cotkarên me.