Serokomar Erdogan: Me heta îro çi soz dabe bi cî aniye
Serokomar Erdogan: "Me heta îro çi soz dabe welatî û welatê xwe bi cî aniye. Ev avahiyên em îro teslîm dikin jî mînaka vê ye û em sozê xwe bi cî tînin."
"(Avahiyên erdhêjê yên li Îzmirê) Merheleya ewil a projeyê ku ji 397 xaniyî pêk tê em ê înşallah heta serê salê temam bikin û teslîmî xwediyên wan bikin."
"(Xwediyên avahiyên erdhêjê yên li Îzmirê) 2 salên ewil pere nadin, di nav 20 sala da deynê xwe wê bidin, texsîta xaniyê 2+1, 720 û ya 3+1ê 1020 lire be."
"Nayê zanîn afatê çi çaxê biqewimin û ez li vê derê careke din bangî hemû welatiyên me dikim ku bila dest bi veguherîna avahiyên birîsk bikin."
"Dema em ji bo bajarên xwe berheman ava bikin û xizmetê bînin cihêkariyê nakin. Pîvana me ew e ku gelo hewcedariya welat û welatiyên me bi çi heye."
"Ez dixwazim mizgîniyekê bidim ciwanan. Em plan dikin, fabrîqeya TEKELê ya li Îzmirê veguhezînin navendeke çand û hunerê ku tê da pirtûkxane û muze hebe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.