Ekip
26 Sibat 2024•Rojanekirin: 26 Sibat 2024
ÎSTANBUL (AA) - Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "(Di 31ê Adarê da li Stenbolê) Em ê li cihê em mabûn bêjin 'Bismillah' û em ê dest bi kar bikin, înşelah em ê dewra fetretê ya Stenbola ezîz bi dawî bikin."
Serokomar Erdogan di Merasima Destpêkirinê ya Projeya Veguhestina Nifşa Nû ya Xeta Pergala Rayê ya Sirkeci-Kazliçeşmeyê da axivî.
- Projeya Pergala Rayê ya Sirkeci-Kazliçeşmeyê
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya li merasimê da eşkere kir ku Xeta Pergala Rayê ya Sirkeci-Kazliçeşmeyê dê 15 rojan bêpere be.
Erdogan der heqê projeyê da wiha axivî, "Me xwest projeyeke ku hem ji bo rêhesinê hem jî ji bo rêwiyan e, pêşkêşî îstifadeya xwişk û birayên me yên Stenbolî bikin. Li Stenbolê 5 sal badilhewa derbas bûn, çima tu tişt nehat kirin? Nikarin bikin, nakin. Derdekî van ê wisa tuneye.
Ji Sîrkeciyê heta vê derê (Kazliçeşme) hemû avahî xerabe ne. Sûr xerab bûne, têne xwarê. Înşellah dîsa em ê van çêkin. Li Stenbolê dirêjahiya rêhesinên kutakirî bi tevahî dertê 340 kîlomêtreyan. Li gor hesabê me di 30 salên pêş da bi tevahî 785 milyon ewro piştgiriya Xeta Pergala Rêhesina Sirkeci-Kazliçeşmeyê wê ji aboriyê ra çêbe."
- "Stenbol cardin bû sergo, çal, herî? Veberhênan lê heye? Na"
Serokomar Erdogan der heqê xizmetên şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê da jî wiha axivî, "Stenbol cardin bû sergo, çal, herî? Mixabin bû. Veberhênan lê heye? Na. Meriv nikare di wextekî kin da ji binê berpirsiyariya xizmeta Stenbolê derkeve. Mixabin me di 5 salên dawîn da ev rastî tecrube kir. Ku projeyên Wezareta me ya Veguhestin û Binesaziyê cîbicî kirin nebûna, muhtemelen derdê Stenbolê yê trafîkê êdî dê di astekê da bûya ku teyaxa wê ne mumkin bû."
- "Yên Stenbolê ne wekî emanet lê wekî nimet dibînin, ev bajarê sipehî kirin jiyana nebatî"
Serokomar Erdogan her wisa der heqê têgihîştina xizmeta şaredariyê da jî wiha axivî, "Yên Stenbolê ne wekî emanet lê wekî nimet dibînin, bi îhmalkarî û xemsariya xwe va bûn sedem ku ev bajarê sipehî têkeve jiyana nebatî. Di 31ê Adarê da em ê li cihê em mabûn bêjin 'Bismillah' û em ê dest bi kar bikin, înşelah em ê dewra fetretê ya Stenbola ezîz bi dawî bikin."