Nihat Kavşut
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku jina Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê hatiye qefaltin.
Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Pîrozkirina Salvegera 70emîn ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Enqereyê da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da got ku heft duwel êrîşî me dike û wiha dewam kir: "Ji bona ew êrîşî me dikin qey em ê mîna berê bêdeng bimînin, sûretê xwe bidin ber wan û bibêjin 'sîleyê' li me bixin? Em nikarin wiha bibêjin. Loma jî em mecbûr in li ser xwe bimînin."
Erdogan destnîşan kir ku jina Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê hatiye qefaltin.
Serokomar Erdogan diyar kir der heqê hemû kesên ku navê Îslamê bikartînin û terorê dikin da lêkolînê bikin wê li pişt wan neyarên Îslamê derkevin.
Erdogan destnîşan kir terorîst ew kes e ku ji bo doza xwe ya rêşahetî xûna kesên bê sûc û bê guneh dirêje û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî kesên Misilman nabin terorîst. Rojava şerm nake û gotina 'terora Îslamî' bikartîne. Bira pêşiyê li xwe binihêre. Heke hûn li terorîstan bigerin, ew li cem we ne."
Serokomar Erdogan got ku heke hûn bixwazin bibînin FETO di rastiyê da çi ye, serokê wê binihêrin ku ew li ku ye û di bin hîmayeya kê da dijî.