Haydar Şahin
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Li Kahtaya navçeya Adiyemanê ya bi hinarên xwe tê zanîn dest bi berhevkirina hinaran kirin.
Li Guzelçaya gundê navçeyê hinarên li ser 300 dolim erdî hatine hêşinkirin berhev dikin û dixin sandiqan. Qismeke hinarên li depoyên sar tên mihefezekirin îxracî dervayê welêt dikin.
Adil Alanê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Adiyemanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji hêla hilberîna hinarên organîk va Adiyeman di rêza ewil da cî digre.
Alan diyar kir ku bi projeya Piştgiriya Veberhênanên Pêşxistina Herêman a Wezareta Çandinî û Daristanan piştgirî da ku li bajêr 16 depoyên hewaya sar werin avakirin, li van depoyan hinaran vedişêrin ku nerizin, bi saya vê dest bi îxracatê kirin.
- Li bendê ne ku 11 hezar ton hinar berhev bikin
Alan diyar kir ku ji bo 5 projeyên avakirina tesîsên hinaran piştgirî dan, li bajêr tesîsî din jî hene û wiha pê da çû: "Hinarên li depoyên hewaya sar tên mihefezekirin paşê îxracî Awiltirya, Almanya, Holanda û Ukraynayê dikin. Li bajêr 13 hezar û 440 dolimî hinar tên berhevkirin."
Alan got ku par 10 hezar û 294 ton hinar berhev kirin û îsal jî li bendê ne ku 11 hezar ton hinar berhev bikin.
Emrullah Buyukaslanê cotkar jî destnîşan kir ku 18 hezar darên wî yên hinaran hene û sertîfîkaya wî ya cotkariya hinarên organîk heye.
Buyukaslan got îsal ber bereketa hinaran zêde bû, piştî welatên Yekîtiya Ewropayê dest pê kirin hinaran îxracî Amerîkayê jî dikin.
Buyukaslan got li bendê ye ku îsal ji 800 tonî zêdegit hinaran berhev bike, hinaran hem wekî mêwe dixwin hem jê tirşehinar, dimisê hinaran çêdikin û ji qalikên wan jî çaya hinaran amade dikin û difroşin.