Tirkiye

"15ê Tîrmehê bersiva herî xweş e ku ji hemû derbekeran ra hat dayîn"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "15ê Tîrmehê, ne bi tenê ji bo FETOyiyan, herwisa ji bo hemû derbekaran, ji bo hemû kesên ku li pey derbeyê ne, ji bo hemû rêxistinên terorê û hêzên li paş wan, bersiva herî eşkere û zelal e"

Önder Beyter  | 15.07.2018 - Rojanekırın : 15.07.2018
"15ê Tîrmehê bersiva herî xweş e ku ji hemû derbekeran ra hat dayîn"

Ankara

ANKARA

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku 15ê Tîrmehê, ne bi tenê ji bo FETOyiyan, herwisa ji bo hemû derbekaran, ji bo hemû kesên ku li pey derbeyê ne, ji bo hemû rêxistinên terorê û hêzên li paş wan, bersiva herî eşkere û zelal e.

Erdogan ji bo rojnameya "Destana 15ê Tîrmehê" ya ku Rojnameya Huriyetê bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî bi awayekî taybet çap kir, nivîsarek nivîsî. Erdogan di nivîsara xwe da ragihand ku li çarheqalê welat gel bi coş û bi awayekî serfiraz, salvegera duyemîn a 15ê Tîrmehê Serfiraziya VÎna Neteweyî û Demokrasiyê pîroz dike.

Erdogan di nivîsara xwe da ji bo şehîdên ku bi têkoşîn û qehremantiya xwe careke din dîrok nivîsandin, ji Xwedê rehmet xwest, ji bo xaziyên ku wê şevê ji bo beqaya welat û serxwebûna gel têkoşîn dan, spas kir.

Serok Erdogan diyar kir ku piştî derbeya 27ê Gulanê serokwezîr û wezîr, piştî 12ê Îlonê jî ewladên vî welatî bi hincetên çêkirî û beredayî hatin darakirin ku gel jî li vê yekê mêze kir û ji ber ku tiştek ji destê wî nehat, pir li ber xwe ket. Erdogan bal kişand ku di 15ê Tîrmehê da gel destûr neda derbekeran ku vê carê jî vîna gel xesb bikin.

Erdogan diyar kir ku vî gelî di şeva 15ê Tîrmehê da li hemberî xaînên FETOyî berxwedaneke bêhempa nîşan da û serfiraziyeke newaze bi dest xist û wiha got, "Tirkiyeyê bi berxwedana 15ê Tîrmehê va bi tenê derbe têk nebir, herwisa li hemû dinyayê şeref û hesiyeta demokrasiyê jî xilas kir."

Erdogan bal kişand ku bi Referanduma 16ê Nîsanê û hilbijartinên 24ê Hezîranê va wan ji bo Tirkiyeyê pergaleke nû ya rêvebirinê damezirand û wiha dewam kir:

"Bi îzna Xwedê êdî tu hêzeke nemeşrû wê curet neke û destê xwe dirêjî vîna gel neke. Bi pergala nû va Tirkiye wê êdî bileztir ber bi asta şaristaniyên hemdem bimeşe. Di salvegera duyemîn a 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî da wekî dewlet em careke din soz didin ku em ê vî welatê newaze ku emanetê şehîdan e, qenc biparêzin. Bi vê wesileyê va em careke din hemû şehîdên me yên ku wê şevê dersa qehremanî û dilêriyê dan hemû dinyayê bi rehmet bi bîr tînin, ji bo xaziyan jî emrekî dirêj û bixêr dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.