Türkan Tosun
11 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber gotina Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ya 'qaşo serokomar' doza tazmînatê ya manewî ya milyonek lireyî vekir.
Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan daxuyand Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji ber 10ê çileya paşîn Roja Rojnamegerên Dixebitin civîneke çapemeniyê li dar xistibû.
Aydin got Kiliçdaroglu di vê civînê da der barê Serokomar Erdogan da hin îdiayên bêbingeh anî ziman, heysîyet, şeref û rêza wî binpê kir, zirar da heqên wî yên şexsî ku ji ber vê di Mehkemeya Hiqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê da der barê Kemal Kiliçdaroglu da doza tazmînatê ya manewî ya milyonek lireyî hat vekirin.
Ji bilî vê hat daxuyandin gotinên Kiliçdaroglu ji ber ku sûcê "heqareta li hemberî Serokomar" dihewîne jî di Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da jî dozeke din jî hat vekirin.
- Bûyer
Kemal Kiliçdaroglu ji ber 10ê çileya paşîn Roja Rojnamegerên Dixebitin civîneke çapemeniyê li dar xistibû.
Kiliçdaroglu gotibû Erdogan zextê li ser medyayê dike û wiha axivîbû: "Heke Saziya Îlanê ya Çapemeniyê di meneyek dinê va bûye "saziya înfaza çapemeniyê" divê em rûnên û bifikirin. Dixwazin demokrasî û medyayeke çawa ava bikin? Di sala 2020î da li Tirkiyeyê qaşo serokomarê welatekî rojnameyekê rasterast hedef digire, bang dike û dibêje 'Ez wê rojnameyê naxwînim, hûn jî nekirin û nexwînin'. De werin zext û wesayeta li ser medyaya li wir bifikirin."