Ahmet Aydın
04 Sibat 2020•Rojanekirin: 05 Sibat 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Erdogan di peywendiyê anî ziman ku ew êrîşa li Idlibê li dijî unsûrên artêşa Tirkiyeyê yên ku ji bo rêgiriya pevçûnan sewqî herêmê hatibûn kirin, hat lidarxistin, tewş li hewlên hevbeş ên aşitiyê yên li Sûriyeyê daye. Dê Tirkiye li hember êrîşîn wisa, berdewam mafê xwe yê rewa yê bergiriyê bi awayekî dijwar bikar bîne.
Di peywendiyê de pêşhatên li Sûriye û Libyayê digel têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin.