Tirkiye

Serokomar Erdogan bernameya xwe ya îro ji ser Telegramê weşand

Abdullah Tel   | 15.01.2021
Serokomar Erdogan bernameya xwe ya îro ji ser Telegramê weşand

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bernameya xwe ya îro ji ser Telegram a sepandina medyaya civakî weşand.

Di peyama xwe da Serokomar Erdogan got: "Sibeha te bi xêr be, birakê min ê ezîz." û daxuyaniya xwe wiha domand: "Di vê roja dawîn a heftê da ez dixwazim Xwedê Teala sihet, hizûr û bereketê bike para me hemûyan. Em ê xebatên xwe îro li Stenbolê bidomînin. Di saet 14.00an da em ê Muzeya Resman a Qesrên Neteweyî ya li Qesra Dolmabexçeyê ku hat restorekirin vekin û pişt wî jî di saet 15.00an da li Ofîsa Dolmabahçeyê bi Lijneya Rêveberiya DEÎKê ra bên bal hev."

Ez dixwazim dawiya heftê ji bo herkesî bi xêr û silamet be. Em dawiya heftê jî li gor tevdîrên ku em wek TMM yanî paqijî, mesafe û rûpêç bi nav dikin tevbigerin û ez ji hemû welatiyên me yên ku di vê têkoşîna li hemberî şewbê da alî me dikin ra spas dikim. Bimînin di nav xêr û xweşiyê da."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın