Fatih Gazioğlu
05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Li Qosera navçeya Mêrdînê, Şelaleya Başdegîrmenê ya ku di nav gel da wekî "almastê di nav çiyan de xwe veşartiye" tê nasîn li hêviya kifşkirinê ye.
Şelaleya di nav çiyan de xwe veşartiye
Mêrdîna ku par di turîzmê da asteke baş bi dest xist û 3 milyon turîst ezimand, xwe amade dike ku îsal 5 milyon turîstî bike mêvan.

Şelaleya Başdegîrmenê li navçeya Qoserê ye û di nav çiyayan de cî digire. Şelale bi xweşîkî û delaliya xwe balê dikşîne.
Welatiyên li herêmê dijîn dixwazin ev der jî ji turîzmê re were vekirin û rayedar eleqeyê nîşanî şelaleyê bidin.

Ji welatiyan Esat Ertaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li taxê Beşdegîrmenê berê kelefeyê aş hebû û navê şelaleyê jî wê derê tê û wiha got:
"Şelale havîn ziha dibe. Biharê jî ji ber helîna berfê av zêde dibe. Ev der hizûra taxa me ye. Ciyekî gelekî xweş e. Divê ev der were nasandin."