Tirkiye

Şehîdên Qulpê li pey xwe dilşewatî hîştin

7 kesên di êrîşa terorîstên PKKyî li Qulpa navçeya Diyarbekirê birin ser sivîlan da hatin şehîdkirin li pey xwe çîrokên dil şewat hiştin.

19.09.2019 - Rojanekırın : 20.09.2019
Şehîdên Qulpê li pey xwe dilşewatî hîştin

Diyarbakir

 7 kesên di êrîşa terorîstên PKKyî li Qulpa navçeya Diyarbekirê birin ser sivîlan da hatin şehîdkirin li pey xwe çîrokên dil şewat hiştin.

Di 12ê îlonê da terorîstên PKKyî li texma Axaçkorura gundê Qulpê bi teqemeniya destan çêkiribûn va êrîş kiribûn û Îhsan Çelîkbîlekê 43 salî, Mehmet Bozyelê 17 salî, Ahmet Ayê 23 salî, Sînan Dîgerê 45 salî, Abît Yildizê 22 salî, Omer Yildizê 15 salî û Sîraç Yildizê 26 salî di êrîşê da şehîd bibûn. Malbatên wan piştî wan hêsrên çavan dibarînin.

Ji bo karkerên dema ji bo nanê xwe dar kom dikirin di êrîşê da hatin kuştin li Taxa Koçkarê ziyaretên serxweşiyê dewam dikin.

Piştî êrîşa ku 13 zarok êtîm hîştin êşeke mezin, birîneke kûr û hêsrên çavan ma.

Hinekên wan dixwestin bi qezenca xwe va ji xwe ra dikanê vekin, hinekan ji bo mesrefa xwe ya xwendingehan derxin, hinekan dixwestin bibin polês a esker ji welatê xwe ra xizmetê bikin, hinekan jî hewl didan bizewicin.

- "Omer 15 salî bû û dixwest bibe polês"

Omerê 15 salî Abîtê kekê wî 7 sal berê diya xwe 5 sal berê jî bavê xwe xistibûn merzel.

Ji 13 êtîmên ji bo jiyana xwe bidomînin têkoşîn didan 2 hed bûn qurbanê terorê.

Mehmet Salîm Yildizê kekê wan ji ber ku 2 birayên xwe binax kirin gelekî li ber xwe dikeve.

Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku birayên wî ji bo nanê xwe bi dest bixin û mesrefa xwe ya xwendingehê derxin dixebitîn.

Yildiz destnîşan kir ku Abîtê birayê wî dixwest ku bibe esker û ji welatê xwe ra xizmetê bike û wiha pê da çû: "Omer 15 salî bû. Diçû pola 8an û ji bo mesrefa xwe dixebitî. Dixwest bibe polês. Omer û Abît ji bo komkirina findiqan çûbûn Behra Reş. Wegeriyan gun û 2 roj şûn da şehîd ketin."

Yildiz got Abîtê birayê wî dixwest ku bizewice ji xwe malê şên bike û ji bo vê jî pere kom dikir.

Yildiz diyar kir ku roja êrîşê danê nîvro li birayên xwe geriya û wiha axivî: "Ji min ra gotin 'Em daran kom dikin'. Omer xwendekar bû. Digot ew ê qasî hefteyekê bixebite paşê here xwendingeha xwe. Xeyala Omer ew bû ku bibe polês û li dijî terorîstan têkoşînê bide. Eleqeya van bi Kurdbûnê tune. Ev dijminê Îslamê ne. Armanca van ew e ku bira berê bira bidin. Kesên ku ev qetlîama kirin însan nînin."

- "Dema bixebitin dikujin, dema nexebitin ji birçîna dikujin"

Nîman Yilmazê dema li Çuxurcaya navçeya Hekariyê eskeriya dikir haya wî pê ket ku Omer û Abîtê birayên wî şehîd ketine jî destûr sitand û hat memleketê xwe.

"Gava ez pê hisiyam dinya bi ser min da hilweşiya. Ma em ê nanê xwe qazanc nekin? Gava em dixebitin dikujin, em nexebitin jî ji birçîbûnê dikujin. Ma ev li pey çi ne? Dê û bavê me tune ku xwedî li me derkevin. Lewma jî em dixebitin ji bo debar û derbasiya xwe."

Yildiz bal kişand ku Xwedê belaya xwe bide kesên kiryar û wiha dewam kir, "Navbera me û Omer gelekî baş bû, rojê 3-4 caran digeriya. Ciyê wî cuda bû û ciyê kekê min Abit jî cuda bû. Em dostê hev bûn me her roj xeber dida. Niha li dû wan, mertebeya şehîdiyê ma. Xwedê heqê wan li erdê nehêle. Fermandarên me Xwedê ji wan razî be, alîkariya me kirin. Îzin dan min û ez wisa hatin, ez ê dîsa biçim eskeriyê. Ez ê piştî eskeriyê dîsa bi yewmiye bixebitim. Daxwaza min ji dewletê ew e ku koka van biqelîne."

- "Dixwest ji xwe ra dikanekî veke"

Sîraç Yildizê ku di êrîşê da şehîd ket jî li pey xwe jineke ku şev û roj digirî û yek jê 9 mehî yê din 2,5 salî du zarok hiştin.

Birayê wî Metîn Yildiz diyar kir ku ew gelekî xemgîn in ku birayê wan di êrîşeke wiha xaîn da hat kuştin.

Yildiz wiha got, "Ji bo nanê xwe dixebitî, lê nehiştin. Ji bo zarokên xwe dixebitî. Dixwest ji xwe ra dikanekê veke. Ka ji me çi dixwazin? Xwedê heqê wî ji wan ra nehêle."

Metîn Yildiz destnîşan kir ku deynê birayê wî hebû û wiha dewam kir:

"Ji min ra got ku qet tu nayê mala me. Gotibû ku ew ê 15ê mehê deynê xwe bide. Lê berî 15ê mehê şehîd bû. Birayê min her tiştê me bû. Çi derdê wî hebûya ji min ra digot. Ji ber tunebûna malê dinê, nikaribû ji xwe ra dikana ku zehf diwest, veke. Em ji bo nanê xwe dixebitin. Ez Kurd im. Em heger nexebitin em ê birçî bimînin. Em Misilman in. Wan ji îmanê nebîsê xwe nesitandine."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın