01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
ANKARA
Sare Davutogluya xanima Serokwezîr Ahmet Davutoglu, ji bo hilbijartina parlementeriyê ya heyama 26emîn, li dibistana destpêkê ya Çankayayê dengê xwe da.
Davutoglu di saet 08.50an da hat dibistanê, wezîfedaran nasnameya wê kontrol kir û piştî kontrolê çû ser sindoqa bi nimroya 1164an û raya xwe avêt. Mehmet Davutogluyê kurê Sare Davutogluyê jî li heman dibistanê dengê xwe da.
Sare Davutogluyê dema ku raya xwe avêt sindoqê got, 'ez hêvî dikim ku bi xêr be.'
Davutogluyê li vir silav da welatiyan, piştre ji rojnamegeran ra got "Înşallah em ê digel miletê xwe bi sikûnet hilbijartineke nû pêk bînin. Bi xêr û xweşî be."