01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
BATMAN
Li Yolverena gundê ser Batmanê ya ku lê 16 hilbijêrên êzdî hene, 2 welatî çûn ser sandoqan.
Hat destnîşankirin ku şêniyên gundê ku lê 16 hilbijêrên êzdî hene, li ewropayê dimînin.
Endamên lijneya sandoqan ên ku hatin Yolverena gundê girêdayî navendê, listeya hilbijêran li mala Mehmet Alcuyê muxtarê gund bi dîwar va daliqandin. Piştî vê muxtar Alcû raya xwe avêt.
Hame Alcûya xanima muxtar ji ber nexweşiyê, nikaribû were ser sandoqê. Alcûyê di nav nîvênê xwe da, bi alîkariya wezîfedaran dengê xwe avêt sandoqê.
Dogan Karanfîlê serokê sandoqê got ku şêniyên gund li ewropayê dimînin, ji ber vê yekê muxtar û xanima wî tenê hatin ser sandoqê.
Endamên lijneya sandoqê jî li vir dengê xwe dan.
Hat ragihandin ku ew ê sandoq heta saet 16.00an li gund be.