27 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
ANKARA
Ji bo ku ji ronahiya rojê zêde bê bikaranîn û vejen bê teserûfkirin saet îşev di 03.00an da saet pêşda hatin hildan.
Biryara Lijneya Wezîran a ku der barê vê mijarê de hatibû dayîn di 16ê adarê de di rojnameya fermî de hatibû weşandin.
Li gor vê biryarê saet di 27ê adarê roja yekşemê di saet 03.00an de saetek pêşda hat hildan.
Li Tirkiyeyê saeta havînê biharê dest pê dike û di nav payîzê da diqede.
Ev sepandin wê di 30yê cotmehê roja yekşemê da biqede û saet wê car din di 04.00an da paşva bê hildan.